Malikî li ser êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) sekinî û wiha axivî: "Ev êrîş nîşanî me didin ku yekîtiya Iraqê di nav xetereyê de ye. Li welêt xetereya terorê heye."
Malikî qal kir ku di operasyonên li dijî terorîstan de hin encaman bi dest dixin û got "Me gelek herêm ji destê DÎŞIyê xilas kirin. Me bi piştgirî û hewldana merciyên dînî yên şiî ev yek bi dest xist."
Malikî ragihand ku parlementoya Iraqê di demeke gelekî kurt de dê bicive û da zanîn ji bo ku hikûmetê ava bikin dê lez bidin xebatên xwe. Malikî got ku em li hember hikûmetên berwext ên ku min li derve dihêlin in û wiha axivî: "Bangên ji bo avakirina hikûmeta rizgariya neteweyî, derbeyek li ser pêvajoya siyasî û Destûra Bingehîn a Iraqê ye."
-Sûcdarkirina tund a li ser Barzanî
Malikî beyî ku nav bide daxuyaniya Mesûd Barzanî ya wekî "Êdî ji niha pê de du rewşên wek beriya Mûsilê û piştî Mûsilê hene" bi bîr xist û birêvebirên kurd bi piştgirîdayina terorê sûcdar kir û wiha axivî: "Terorîst li bajarekî Iraqê kom bûn û bernameyên xwe diyar kirin. Hin kes jî dikevin nav xeletiyekê û qala du heyamên wek beriya Mûsilê û piştî Mûsilê dikin. Ev kes bi DÎŞIyê re hevkariyê dikin, bûn mutefîkên DÎŞIyê. Ew kesên ku xwe wek parçeyekê Iraqê didîtin, niha diparêzin ku divê DYA arîkariya artêşa Iraqê neke. Em nebûn şahid ku ew kes bi derdê Iraqê re dibin xwedî derd û me nedît ku ew xwe wek şirîkên vî welatî dibînîn. Her wekî ku ne welatiyên vî welatê ne tevdigerin."
-Ji bo Iraqê banga yekîtiyê
Malikî ji bo Iraqê banga yekîtiyê kir û wiha axivî: "Divê hemû aliyên iraqî di nav yekîtiyê de bin. Her kes divê li gor Destûra Bingehîn tevbigere. Ev rewşa şer a ku Iraq bi wê re rû bi rû maye me mecbûr dihêle ku em hemû bi awayekî hevpar tevbigerin."
Malikî wekî berpirsyarê vê qeyranê tê dîtin. Malikî der barê der barê berpirsyardîtina wî ya ji vê qeyrana siyasî de îdia kir ku "Mirov nikare vê qeyranê bixe bin berpirsyariya kesekî an jî aliyekî tenê. Ev ne barê kesekî tenê ye."