Fatih Gazioğlu
22 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Ji serokên Heşdî Şebiyê Qeys el-Xezelî got ku Iraq wê nekeve rewşa berê, êdî dikare bi hêsanî xwe biparêze.
Xezeliyê Serokê Tevgera Asaîb Ehlî Heq li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û wiha got: "Kesên ku dixwazin ewlehiya Iraqê ji xwe ra bikin hedef, bila bizanin ku Iraq wê nekeve rewşa berê, êdî dikare bi hêsanî xwe biparêze."
Ebû Mehdî Muhendisê Alîkarê Serokê Lijneya Heşdî Şebiyê duh daxuyanî dabû û Amerîka bi êrîşê sûcdar kiribû. Muhendis gotibû Amerîkayê ji ser Azerbaycanê ra 4 teyareyên bêmirov (ÎHA) anîne fîloya li Iraqê.
Di navbera 19 tîrmeh û 20 tebaxê da li dijî baregehên Heşdî Şebiyê yên li Şuheda, Eşref, Sakr û Beledê gelek êrîşên esmanî hatibûn lidarxistin.