Ahmet Furkan Mercan
02 Adar 2023•Rojanekirin: 02 Adar 2023
Japonya dê bi qasî 60 milyon dolar alîkariya mirovî bişîne Myanmara ku piştî derbeya eskerî erzaq û pêdiviyên rojane lê kêm bûne.
Li Myanmarê piştî artêşê dest danî ser rêveberiya welêt, rewşa derasayî hatibû ragihandin û meha sibatê biryara dirêjkirina wê rewşê hat dayin, vê yekê jî li welatî qeyrana mirovî zêdetir kir.
Li gorî nûçeya NHKya televîzyona Dewletê ya Japonyayê, hikûmeta Tokyoyê ragihand ku hê jî pêdiviya gelê Myanmarê bi alîkariya mirovî ya acil heye.
Li gor nûçeyê Japonya biryar daye ku bi qasî 60 milyon dolar alîkariyên mirovî ku ji xwarin, derman û pêdiviyên binesazî û tenduristiyê pêk tên ji Myanmarê re bişîne.
Wezîrê Karên Derva yê Japonyayê Hayaşî Yoşîmasa diyar kir ku welatê wî dê alîkariyên ji bo gelê Myanmara ku qeyrana mirovî lê zêde dibe, bidomîne.