26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê balafirên şer ên ûris êrîşa hewayî birin ser dibistanekê, di encama êrîşê de 5 jê zarok 9 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Mehmûd Daxîmê rayedarê parastina sivîl a li bajaroka Carcanaza di bin kontrola mixalifan de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafirên ûris Dibistana Zîkarê ya li herêmê bombebaran kirin. Daxîm da zanîn ku di encama bombebaranê de 5 jê zarok 9 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li herêmê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 30yê îlonê de îlan kiribû ku dijî kozikên DAEŞê yên li axa Sûriyeyê operasyonên hewayî dan destpêkirin. Lê belê balafirên ûris bêtir li Humus, Hama, Îdlib û Helebê baregeh û kampên perwerdeyê yên mixalifên mutedîl û cihên sivîlan dike hedef.