Hat ragihandin ku wê li Herêma Anadoluya Başûrrojhilat navê pêşengên kurdan li hin dibistanan bikin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Batmanê Mehmet Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê wan 6 meh berê dest bi xebatê kir ku navê pêşeng, qadên cografîk û avahiyên mîmarî li dibistanan bikin.
Çelîk bi bîr xist ku wan beriya niha navê Lîseya Meslekê ya Anadoluyê guhert û kir Lîseya Anadoluyê ya Îbnî-Sîna Meslekî Teknîkê, navê Batman Teknîk Lîseyê guhert û kir Lîseya Anadoluyê ya Mezopotamya Meslekî Teknîkê, navê Lîseya Anadoluyê ya Kuyubaşiyê guhert û kir Lîseya Anadoluyê ya Selehattin Eyubî û navê Lîseya Anadoluyê ya Gercuşê guhert û kir Lîseya Anadoluyê ya Dîcleyê.
Çelîk wiha axivî:
"Me xebat da destpêkirin ku navê Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Seîdê Nûrsî, Seyîd Bîlal û kesên wek van pêşengên kurdan li dibistanan bikin. Heta dawiya sala perwerdeyê ya 2014-2015an em ê bigihîjin astekê. Em ecele nakin. Pêvajo didome û pişt re tabela wê bên daliqandin."
Welatiyan got ku ew vê guhertinê baş dibînin û ev guhertin wê piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê.