Ahmet Aydın
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Alîgirên Celtica nûnera Skotlandê, bi pankarta ku vekirin bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya nasîna Qudisê wek paytextê Îsraîlê, dan.
Alîgirên Celticê, di pêşbirka ku bi Hibernianê kirin û 2-2 wekehev man de, pankartek vekirin û bertek nîşanî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya nasîna Qudisê wek paytextê Îsraîlê veguhastina balyozxaneyên Amerîkayê bo Qudisê, dan.
Alîgirên Skotlandî di trîbuna ku ji wan re hatibû veqetandin de, bi pankarta ku li serê "Qudis Filistîn e" bertek nîşanî biryara Trump dan.