İSTANBUL
Di têkoşîna Qupaya Dinyayê ya xortên ji 20 salî piçûktir de pêşbirkên fînala çaryek jî bi dawî bûn. Di pêşbirkên qûpayê de ewil Fransa û Ûrûgay derketin nîvefînalê û di pey wan re jî Iraq û Gana bûn nîvefînalîst.
Iraq û Koreya Başûr di pêşbirka fînala çaryek de dema normal ya maçê 2 û 2 bi beramberiyê qedandin. Di domdirêjiya maçê de jî ji herdu tîman golek hat avêtin û pêşbirk 3 û 3 dîsa beramber bi dawî bû.
Di dema normal ya maçê û domdirêjiya maçê de ji ber ku Iraq û Koreya Başûr hevdu têk nebirin û çûn penaltiyan.
Di lêdanên penaltiyan de Iraq reqîbê xwe Koreya Başûr bi golên Ali Faez, Dhurgham Îsmael, Mohammed Jabbar, Ali Adnan û Farhan Shakor ve 8 û 7 têk bir, derket nîvefînalê û bû reqîbê Ûrûgayê.
Pêşbirkên nîvefînalê jî di 10ê tirmehê de tên lîstin.
Fransa û Gana li Bûrsayê, di stada Ataturk de di saet 18.00an de, Irak û Ûrûgay jî li Trabzonê di stada Avnî Aker de dê di saet 21.00an de bên li hemberê hev.