09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
REQA/ÎSTANBUL
PYD/PKKya rêxistina terorê ya ku ji çar paran parekê Sûriyeyê dagir kiriye, bi piştgiriya Amerîkayê amadehiyan dike ku qaşo artêşekê ava bike.
DEAŞa rêxistina terorê her çiqas qismekî mezin bi operasyonên Reqa û Deyrîzorê va têk çûbe jî, rêvebiriya Amerîkayê daxuyandibû ku ewê piştgiriya PYD/PKKyê bidomîne.
Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel di 22yê çileya pêşîn a 2017yan de daxuyandibû ku ewê li Sûriyeyê yekîneyên mihafizan ên li ser sînor ava bikin. Piştî vê daxuyaniyê gava ewil hat avêtin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî ya ku AAyê bi dest xist, Wezareta Parastina Amerîkayê, teşkîlata îstixbaratê CIAyê û sazîmaniya Qendîlê ya PKK/PYDyê perwerdeya ku didan 400 endamên rêxistinê temam kirin.
400 terorîst li kampa Sebahul Xeyr a başûrê Hesekeyê û nêzîkî bendava Tişrînê ya li ser çemê Feratê hatin perwerdekirin.
Rêxistin vê yekîneyê wek "Artêşa Bakur" bi nav dike.
Çavkaniyên herêmê dibêjin peyva "bakur" bi zanetî hatiye hilbijartin, di dahatûyê de ji bo di mizakereyên bi rejima Esed ra bên meşandin de rêvebiriyeke xweser bikaribe bê parastin ev nav hatiye hilbijartin.
Li bendê ne ku ji sedî 70yê vê artêşê ji PKK/PYDyiyan pêk bê, bi vî halê xwe va ev ji bo artêşeke bi rêk û pêk gava herî dawîn e.
"Artêşa Bakur" a ku hatiye perwerdekirin ewil wê li ser xeta Kobanê, Tel Ebyad, Resuleyn û Malikiyeyê bê bicihkirin.