DIYARBAKIR
Ji bedena Kadera ku li navçeya Perwariyê di 12 saliya xwe de hat zewicandin û di 13 saliya xwe de jî ducanî bû û di 14 saliya xwe de hate kuştin, ji bedena wê 14 heb saçme hatin derxistin.
Kader Ertema ku li navçeya Çataka Wanê dijiya, 2 sal û nîvek berê li ser daxwaza malbata wê bi Mehmet Atak re hat zewicandin û wek bûk hat gundê Dugumculera girêdayî Sêrtê. Li ser mirina Ertemê lêkolîn dewam dike.
Piştî bûyerê li Nexweşxaneya Diyarbekirê ya Dewletê otopsî hat kirin. Di encama otopsiyê de hat eşkerekirin ku bi tifinga nêçîrê gule berî navika Kaderê dane.
Di rapora otopsiyê de wiha hat îfadekirin: "Di encama otopsiyê de ji bedena Ertamê 14 heb saçme hatin derxistin û hestiyên wê şikiyane û dil û hinavên wê zirar dîtine."
Di raporê de hat diyarkirin ku "bejna Ertemê nêzikî 148 santêman e, temenê wê di navbera 15-16an de ye û giraniya wê jî di navbera 50-60 kîloyan" de ye. Hat destnîşan kirin ku ji bo temenê Ertemê yê rasteqîn bê tesbîtkirin rontgen û grafîkên wê hatine kişandin û rapor şandine Serdozgeriya Komarê ya Perwariyê.
Di dema otopsiyê de ji bedena wê mînakên xwîn, mîz, neynokê hatin hildan û ev mînak şandin Serokatiya Koma Tiba Edlî ya Edeneyê.
- "Keça min 16 salî ye"
Di vê navberê de bavê Kader Ertema 14 salî Mûsa Ertem di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de got ku di nifûsê de temenê keça min biçûk hatiye qeydkirin û wiha dewam kir: "Ya rast keça min 16 salî ye. Lewra ez di sala 1997 de ketim girtîgehê, wê demê keça min dergûşeke 40 rojî bû. Temenê keça xwe bi vî awayî dikarim piştrast bikim. Keça min 2 sal e ku zewicandiye û 2 zarokên wê yên kur çêbûne. Bi qasî ku pê zanim ji van zarokan ê mezin niha yek salî ye û yê biçûk jî demek berê miriye. Keça min tevî malbata mêrê xwe bû."