GAZÎANTEP
Hat ragihandin ku hêzên Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji bajaroka Cerablûsa bajarê Heleba Sûriyeyê piştî şerekî giran vekişiyan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist, li herêma Cerablûsê di navbera hêzên Eniya Îslamî û DÎŞIê de nêzî hefteyekê ye şerekî dijwar didome û ev şer duh êvarê jî berdewam kiriye. Hêzên IŞÎDê piştî şerekî giran mewziyên xwe vala kirin û vekişiyan.