GAZÎANTEP
Endamê Konseya Şoreşa Neteweyî ya Sûriyeyê Celalettîn Hanci got: "Ewên ku di bin dorpêçê de ji ber birçîbûnê dimrin ji yên ku bi bombeyên kîmyewî dimrin cûda nînin."
Hanci ji bo ku beşdarî civînekê bibe hat bajêr û şerê navxweyî, Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û konferansa Cenewre-2yê ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Hanci diyar kir ku DÎŞIyê li bakurê Sûriyeyê xwe zehf xurt kiriye lê tevgerên vê komê ne li gor îslamê ne.
Hanci eşkere kir ku zirara DÎŞIyê digihêje hêzên ku li dijî rejimê têkoşînê didin û wiha got: "Hêza xwe ji ku digre diyar nîne. Kuştin, qetilkirin û her cih şewitandin. Dev ji şer berdan tiştên mayîn dikin. Niha li pirê cihan tevgerên wisa de ne ku qet li gor mixalifan nînin. Êdî zirarê didin gel. Înşaellah di demeke kin de ev tevgerên DÎŞIyê dê biqedin."
Hanci diyar kir ku Esed dijî gelê Sûriyeyê hemû çekên xwe kar anî, ew jî dixwaze ku aştî bê welêt û gel vegere cih û warên xwe.
Hanci got ku ev tiştên ku hatin jiyîn tu carê nayên jibîrkirin û wiha axivî:
"Hêzên rejimê birçîbûnê wek çek kar tînin. Nahêlin ku alîkariya însanî bigihêje herêmên ku di destê mixalifan de ne û ji ber vê jî mirov dimrin. Ji destpêkê heya nina hemû çek kar anîn, çekên kîmyewî jî kar anîn. Niha jî mirovan bi birçîbûnê dikujin. Birçîbûnê wek amûreke şer bi kar tînin, rejim kuştinê rind dizane. Ewên ku di bin dorpêçê de ji ber birçîbûnê dimrin ji yên ku bi bombeyên kîmyewî dimrin cûda nînin."
Hanci bal kişand konferansa Cenewre-2yê û wiha got: "Cenewre wek xwarineke bêtehm e, dostên me bi vê hevîdar dikin. Lê belê ji vir tiştekê dernekeve. Heta ku şert û mercên me neynin cih çûyîna Cenewreyê tu teştekî bi destê me naxe. Heke hin dewlet garantiyê bidin me wê çaxê em ê beşdar bin. Esed zilma xwe didomîne lê ewê were Cenewreyê, bi wî karî rûniştina me bê wate ye."
Hanci diyar kir ku mixalif rûmet, şeref û azadiya xwe dixwazin û axaftina xwe wiha domand:
"Em naxwazin bi zalimekî re li ser heman maseyê rûnin. Bi mirovekî ku her roj mirovan dikuje û binçav dike re em ê çi xeberdin. Heke peyamên wî yê baş hene bila niha bêje. Hin dewletên dost peşniyazî dikin ku rêyeke nû vebe. Em ji bo Cenewreyê garantiyê dixwazin. Daxwaziya azadiyê bi çekan ve nayê bersivandin. Em ne ji bo kuştinê, em ji bo azadiyê derketin qadan."