27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
PEDERNALES
Ji ber ku li Ekvatorê baran dibare, hezaz çêdibe û ji ber vê jî alîkarî nagihîje afetzedeyan.
Di erdheja Ekvatorê da herî zêde avahî li qeraxa bakurê Ekvatorê hilşiyan û ji ber ku li wê derê hezaz jî çêdibe, alîkarî nagihîje wir û tengasiyeke mezin li wir heye. Ji ber ku alîkarî dereng digîje herêmê, bi taybetî jî ji aliyê tenduristiyê va pirsgirêkên cidî hene.
Di navbera paytext Quîto û Pedernalesê da ji ber baranê hezaz çêbû û alîkariya ku wê biçûya herêmê 6 saetan dereng ma. Ji ber hezazê rê tên girtin û dor dûr û dirêj dibe.
Aktivîstê DYAyê Frenk Saenz de Vîtezî got ku ji ber şert û mercên siruştê alîkarî bi zor û zehmet digihîjin herêma erdhejê.