Li Iraqê niştecihên bajaroka Celewlaya girêdayî wilayeta Diyalayê ya ku ji milîtanên DÎŞIya rêxistina terorê hat xilaskirin, ji bo ku bikarin vegerin malên xwe li bendê ne ku mayînên li herêmê bên paqijkirin.
DÎŞIya rêxistina terorê êrîşê Celewlaya li sînorê Îranê kirin û malbatên wir ji ber êrîşan li eraziyekî vala yê li nêzî gundê Kûlecoya 20 kîlometro dûrî Celewlayê kon vedan. Ji wan malbatan 47 malbat nikarin vegerin bajaroka xwe ya ku demek berê hat xilaskirin. Hêzên ewlehiyê ji ber mayînên ku milîtanên DÎŞIyê li bajarokê di bin erdê de veşartin, destûr nadin ku malbat bikevin bajarokê.
Malbat ji ber vê yekê di konan de dimînin û ji ber şiliyê û hewaya sar gelek pirsgirêk derdikevin.
Eşwak Yasînê ku bi malbata xwe re di konê de dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber pevçûnên ku 6 meh berê li Celewlayê destpê kirin mecbûr ma ku malên xwe biterikînin û wiha axivî: "Em difikirin ku ka em dê zivistanê di nav van konên ku me li ser axê vedan de çawa derbas bikin. Hewa gelek sar bû, kon me naperêzin. Cil û bergên ku me ji sermayê biparêzin tune nin. Derfetên me yên germbûnê kêm in. Cêyran û sotemenî tune. Di peydakirina avê de jî pirsgirêk hene. Em dixwazin ku êdî ev êşkence bi dawî be."
Ji niştecihên herêmê Mihemed Reşîd jî diyar kir ji ber ku herêm ji milîtanên DÎŞIyê hat xilaskirin gelek kêfxweş bûn. Reşîd da zanîn ku lê belê hêzên pêşmergeyan ji ber mayînên li herêmê "heta emreke duyemîn" destûr nade ku tu sivîl bikevin bajarokê. Reşîd got ku em di vê kampa ku me bi şertên xwe ava kir de dimînin, rewşa me gelek dilsoj e."
-"Em nikarin hewceyiyên xwe yên bingehîn pêyda bikin"
Semîre Eliyê jî qal kir ku bi 7 zarokên xwe re di konê de dimîne û wiha axivî:
"Em nikarin hewceyiyên xwe yên bingehîn pêyda bikin. Arîkariyên ku tên kirin gelek kêm in û me ji vê rewşê xilas nakin. Zarokekî min ê nexweş heye. Lê belê em ji bo dermankirinê ne derman ne jî bijîşkan dikarin bibînin. Di vê kampê de cêyran jî tune. Em telefonên xwe bi zehmetî tijî dikin."
Hêzên pêşmergeyan ên ku artêşa Iraqê piştgirî dide wan di 23ê sermawezê de Celewleya ku DÎŞIya rêxistina terorê di meha tebaxê de xistibû bin kontrola xwe xilas kiribû.