Li Kerkûkê ji ber Serheng Şêrko Fatih û pêşmergeyên ku di pevçûna navbera rêxistina terorê DÎŞI û pêşmergeyan de mirin li ber Walîtiya Kerkûkê merasimek hat lidarxistin.
Rayedarên payebilind û yên leşkerî, nûnerên ereb, tirkmen û kurd beşdarî merasimê bûn. Di merasimê de Qur'an hat xwendin û ji bo rêzgirtinê deqîqeyek li ser piyan hat sekinîn.
Walî Necmedîn Kerîm pir hestiyar bû û giriya. Kerîm di merasimê de wiha axivî:
"Pêşmergeyên ku şehid bûne ji bo me ji hevdu qîmettir in. Lê hin leheng hene ku navê wan her kes dizane. Hinek hene ku bêyî ku bibêje kurd, tirkmen û ereb reviyaye hawara her kesî. Belê, ev leheng Şêrko Fatih e. Şêrko lehengê vî bajarî û Kurdistanê bû. Êdî ne di nava me de ye, ew ê her tim di dilê me de bijî. Heta ku qira DÎŞIyê bê em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."
Alîkarê Waliyê berê yê Kerkûkê Îsmaîl El-Hedîdî jî wiha axivî: "Van lehengan ji bo ewlehiya Kerkûkê û aramiya gelê Kerkûkê canê xwe dan. Armanca qirêj a DÎŞIyê ji holê rakirin. Ji bo Kerkûkê planeke bitalûke û mezin hatibû kirin. Wek Mûsil, Enbar, Tikrît û Diyalayê ji bo Kerkûkê jî plan hatibû kirin. Lê pêşmergeyan bi xwîna xwe vê plana qirêj têk birin."
- "Divê tirkmen jî bibin xwedî çek"
Di vê naveberê de Endamê Meclisa Bajêr ê Kerkûkê û Berdevkê Eniya Tirkmenan ê Iraqê Elî Mehdî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di nav salên dawîn de li Kerkûkê rojên herî bi zor derbas dibin.
Mehdî got ku di şerê Iraqê de gelê ku nikare xwe biparêze bi tenê tirkmen in û divê li Kerkûk, Tuzxurmatû, Tezexurmatû û herêmên din ên ku tirkmen gelek lê dijîn divê tirkmen jî bibin xwedî çek da ku xwe biparêzin.
Hat ragihandin ku li eniyên Mûsil, Kerkûk û Diyalayê ji ber êrîşên milîtanên DÎŞIyê 29 pêşmerge mirin û 173 pêşmerge jî birîndar bûn. Lê DÎŞI dibêje ku hejmara pêşmergeyên ku mirine zêdetir e.
Ji hêla din li Xaneqîna navçeya Diyalayê ji ber pêşmergeyên ku mirine 3 rojan şîn hat qebûlkirin.