Wezareta Karên Derve, kuştina 3 pêşmergeyan a bi destê DAEŞê, şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi bîr xist ku Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), piştrast kir ku 3 pêşmerge, bi destê DAEŞa rêxistina terorê ve hatin kuştin. Wezaretê wiha daxuyand: "Em lenetê li vê hovîtiyê tînin û vê wehşetê şermezar dikin."
Di daxwuyaniyê de wiha hat îfadekirin "Xwedê rehma xwe li pêşmergeyan bike û serê malbatên wan sax be, em êşa gelê HKIyê parve dikin."
DAEŞê di 30yê rêbendanê de pêşmerge dîl girtibûn û piştre di meha sibatê de ragihandibû ku ew ê 17 pêşmergeyên ku dîl girtibûn di 21ê adarê de bişewitînin û li navçeya Havîceya Kerkûkê kolan bi kolan bigerînin. Malbat û xizmên pêşmergeyan jî him ji hikûmeta HKIyê him jî ji hikûmeta navendî dixwazin ku der barê pêşmergeyên ku DAEŞê ew dîl girtibûn de agahiyan bide wan.