Türkan Tosun
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Li Iraqê Kurdên ku divê serokomarê nû hilbijêrin vê carê ji bo navekî hevpar li hev nekir. Niha 7 namzedên ku navê wan bi awayekî fermî hatine eşkerekin hene.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya meclisa Iraqê Berhem Salihê namzedê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Fûad Huseynê namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Abdulletif Reşîdê burayê Celal Talebanî, Sirwa Ebdulwehîd û Serdar Ebdulah ên ku heyamekî di Tevgera Goranê da parlamenterî kirine, Omer Berzenciyê namzedê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Abdulkerîm Abtan el-Cuburiyê siyasetmedarê Ereb ê Sunî yê ku di nav Koalîsyona Wataniyeyê da cih digre ji bo namzediya fermî serî lê dan.
Li Iraqê li gor peymana nefermî ya piştî 2003yan a di navbera partiyên siyasî serokomar ji nav Kurdan, serokwezîr ji nav Şiiyan û serokê meclisê jî ji nav Suniyan tê hilbijartin
Suniyan di 15ê Îlonê da Mihemed Halbusî wek serokê meclisê hilbijart. Halbusî îlan kir ku di 25ê Îlonê da li meclisê wê rûniştinek çêbibe ku serokomar bê hilbijartin. Lê ji ber ku Kurdan namzedekî hevpar nîşan neda û nîqaş dewam dikin biryar hat dayîn ku ev rûniştin di 1ê Cotmehê da bê kirin.
- Namzedê hevpar wê çawa bê hilbijartin?
Serokê Giştî yê PDKyê û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê yê berê Mesûd Barzanî got ji bo ku di nav Kurdan da yekitî çêbibe û serokomarê nû bê hilbijartin divê xebatek bê kirin.
Barzanî got ji bo ku namzedê hevpar bê hilbijartin ewil divê partiyên siyasî yên Kurd ên ku heq kirine bikevin Meclisa Iraqê li ser van namzedên ku wek serokomar navên wan hatine eşkerekirin hilbijartinekî bikin û paşê kî zêde deng hildabe pêşkeşî meclisê bikin.
Berhem Salihê namzedê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li hember vê pêşniyaza Barzanî got divê Meclisa Iraqê biryarê bide û serokomar hilbijêre.
Piştî daxuyaniyên Barzanî û Salih Hero Îbrahîm Ehmeda jina Celal Talebanî jî daxuyaniyek da û piştgirî da Barzanî.
Hero Îbrahîm Ehmed got pêwendiyên YNK û PDKyê ji ber serokomariyê nebaş bûye divê di nav kurdan da yekîtiya siyasî pêk bê û divê partiyên siyasî yên li Meclisa Iraqê namzedê hevpar hilbijêrin.
Ji bo namzedê hevpar navê du kesan derdikeve pêş ku yek jê Berhem Salih û yê din jî Fuad Huseyn e.
- Berhem Salih
Berhem Salih di sala 1960î da li Silêmaniyeyê jidayik bû, piştî ku li Iraqê lîse qedand çû Îngiltereyê û li wir perwerde dît.
Salih di sala 1983an da ji Fakulteya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Cardîffê mezûn bû. Li Zanîngeha Lîverpoolê li ser endezyariya giştî doktoraya xwe qedand û ji bo şirketên taybet ên li Ewropayê şêwirmendî kir.
Salih heta dawiya salên 1980 berpirsyariya Londrayê ya YNKyê meşand. Di sala 1992an da vegeriya Herêma Kurdistanê û li ser daxwaza Talebanî wek nûnerê Washîngtonê hat hilbijartin.
Ji wir vir va xebatên xwe yên siyasî dimeşîne. Ji sala 2009an pê va heta 2011an jî serokwezîrtî kir.
- Fûad Huseyn
Fûad Huseynê ku Kurdekî Şiî û xelkê Xaneqînê ye jî di sala 1949an da jidayik bû. Piştî perwerdeya lîseyê di sala 1967an da çû Bexdayê û di 1971î da ji fakulteya perwerdeyê mezûn bû. Huseyn wê demê bû endamê PDKyê.
Huseyn di sala 1975an da ji ber lihevnekirina Kurdan û hikûmeta Iraqê ji Bexdayê derket û beşdarî nav PDKyiyan bû û demekê li kampên çiya ya di navbera sînorê Iraq û Îranê da ma. Piştî sala 1975an xwe sparte Hollandayê.
Piştî Saddam têk çû Huseyn vegeriya Bexdayê û li Wezareta Perwerdeya Iraqê da wezîfeya kontrolê kir.
Di sala 2005an da dema Mesûd Barzanî wek serok hat hilbijartin Huseyn jî wek Serokê Dîwana Serokatiyê ya HKIyê dest bi wezîfeyê kir û heta 2017an ev wezîfe bi cih anî.