Abdullah Tel
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
CAKARTA/ANKARA
Li gor agahiyên ji Ajansa Rêvebirina Afat a Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) hat hildan hejmara miriyên di erdhej û tsûnamiya piştî erdhejê roja îniyê li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê qewimîn da gihîşt hezar û 203 kesan.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî cih girtin da hat gotin ku şêniyên herêmê dikarin ji markêtan zexîre, xwarin û xurekan bistînin û berdêla wan tiştên heldin jî wê ji hêla dewletê va bê dayîn.
Ji hêla din va "The Jakarta Post"ê di nûçeya xwe da ragihand ku berdevkê BNPByê Sutopo Purwo Nugroho li paytext Cakartayê daxuyanî da çapemeniyê û got ku rêveberiya Sulawesiya Navîn piştî bobelatê ji 28ê îlonê bigir heta 11ê cotmehê rewşa acîl îlan kir.
Wisa tê texmînkirin ku erdhej û tsûnamiya piştî wê qewimî li 13 herêmên dorhêla Dongalayê û 8 herêmên dorhêla Paluyê hat hîskirin û herî kêm li ser 2 milyon û 400 hezar kesî jî tesîr kir.