KAHİRE
Li paytext Qahîreya Misrê Polês bi bombeya gaza rondikrêj mudaxaleyê xwepêşanderên li Herêma Medyaya Serbest ya ku li nêzî Pireya 6ê Cotmehê ye, kirin.
Xwepêşanderên ku li devera Pireya 6ê Octoberê civiyan, xwestin ku bila êdî li dijî xwepêşanên dijderbeyê tevnegerin. Xwepêşander ketin Herêma Medyaya Serbest û xwestin ku bi rayedaran re biaxivin. Lê polês bi bombeya gaza rondikrêj mudaxeleyê wan kir.
Mudaxeleya polêsan ya li Herêma Medyaya Serbest piştî fitarê û di wextê terewîhan de jî dewam kir. Di encamê de 2 kes jê leşker bi tevahî 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin sitendin, hêzên ewlekariyê 31 kesî ragirtin binçav. Xwepêşander piştî ku polês zêde zêde bombeya gaza rondikrêj bi kar anî, ji wir çûn.
Lijneya Wezaretê ya Misrê, Wezîrê Karên Hundur Mûhammed Îbrahîm berê wezîfedar kiribû ku xetereyên xwepêşanên li qadên Rabiatul Adewiyye û Nahdayê ber teref bike.
Miftîtiya Misrê bangê hêzên ewlehiyê kir
Miftîtiya Misrê bangî hêzên ewlehiyê kir ku bila tevil xwepêşanên aştiyane nebin. Her wiha got ku çi sîleh dibe bila bibe, heke xwepêşander li ser xwe bigerînin, li gor dînê me heram e.