Ferizat Kaya
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Serokê DYAyê Donald Trump ji ber ku Mûsil ji destê DEAŞê hat xilaskirin telefonî Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî kir û ew pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Serokwezirtiya Iraqê, Trump bi telefonê li Îbadî geriya û ji bo ku Mûsil ji destê DEAŞê hat xilaskirin, Îbadî pîroz kir.
Li gorî daxuyaniyê, Trump ragihand ku "Rêzê nîşanî şervan û rêveberên Iraqê dide" û her wiha "Çîrokên serfiraziya mezin li hemû dinyayê wê deng vedin".
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku Îbadî jî pesnê hêzên koalîsyona ku di tekoşîna dijî terorê da alîkarî dane welatê Iraqê, da. Her wiha Serokwezîrê Iraqê Îbadî got: "Iraqiyan ji bo welatê xwe ji destê terorîstan xelas bikin gelek qurban dan. Gelê Iraqê wê welatê xwe bi rê ve bibê û wê nehêle ku kes serdestî û dewlemendiya welêt bi dest xe."
Heyder el-Îbadî 10ê tirmehê ragihandibû, Mûsila ku ji 2014ê hezîranê pê ve di destê DEAŞê de bû, hat xilaskirin.
Artêşa Iraqê, Pêşmerge û Hêzên Koalîsyonê ya bi pêşengeya Amerîkayê di 17yê çotmeha 2016an de ji bo Mûsilê ji destê DEAŞê xelas bikin dest bi operasyonê kiribûn.