İbrahim Atmaca
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) heke rewşa heyî bidome ji 2020î şûnda êdî kes nikare li Xezeya ku dorpêçkirî bijî.
Bi minasebeta ku Xeze 10 sal e ketiye destê Hamasê û Îsrailê abluka daye ser Xezeyê, ekîba welatê Filistînê ya NYê bi navê "Xeze: 10 Sal Şûnda" raporek amade kir. Rapor li ser rewşa aboriya civakî ya Xeta Xezeyê û texmînên paşerojê disekine.
Li gor raporê rewşa aboriya civakî li gor texmînên berê pir zû xerab bûye û heke rewşa heyî dewam bike ji sala 2020î şûnda êdî kes nikare li Xezeyê bijî.
Her wiha di raporê da qala pirsgirêkên Xezeyê yên wek xida, sitarbûn, tenduristî û xizmetên qamûyê tên û tê gotin, heke tevdîr neyê standin tekane çavkaniya ava paqij a Xezeyê wê di sala 2020î da bimiçiqe.