01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê biryar da ku wê ji bo 11 sazî û kesekî piştgiriyê didin hewlên Koreya Bakur a çekên komkujiyê, biryara mueyîdeyê derxist.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku ew kes û saziyên ji bo wan biryara mueyîdeyê hat dayîn ser navê hikûmeta Koreya Bakur li Rûsya, Çîn, Vîetnam û Kubayê kar û bar dikin.
Hat destnîşankirin ji bo Paeksol Tradîng Corporatîon a şirketa metal û medenê jî ji ber ku fealiyetên wê bi kêrî rêveberiya Pyongyangê tê jî dê biryara mueyîdeyê bê dayîn.