09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
SEUL
Koreya Bakur ragihand ku ceribandina wê ya ji bo motora moşeka menzîldirêj bi serkeftî derbas bû.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a KCNAya Pyongyangê Serokê Dewletê Kîm Jong-un Sohae tevlî ceribadina moşekê bû.
Serokê Koreya Bakur Kîm diyar kir ku bi vê motora nû wê Pyongyang li neyarên xwe bixe.
Rêvebiriya Pyongyangê di serê salê da dest bi ceribandinên nukleer kiribû û rokêtêke menzîldirêj avêtibû.