22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ANKARA
Jim Mattisê Wezîrê Parastinê yê DYAyê di nameya ji Fikrî Işikê Wezîrê Parastinê yê Neteweyî ra şand da der heqê çek û techîzata dane YPGya rêxistina terorê da agahî da.
Mattis di nameyê da destnîşan kir wêne û dîmenên hemû melzemeyan di destê wan da hene û got herwiha piştî têkbirina DEAŞa rêxistina terorê wê çekan ji wan bistînin.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Mattis di nameya şand da diyar kir wan ji bo ewlehiya Tirkiyeyê tevdîr hildane û got wê lîsteya çek û techîzata didine YPGya rêxistina terorê her meh bi Tirkiyeyê ra parve bikin.
Mattis diyar kir rapora envanterê ya ewil vê mehê hat şandin û wiha got: "Bi techîzatên dawiya meha gulanê ji YPGyê ra hatin şandin em dixwazin Reqa bê sitendin."
Jim Mattis destnîşan kir ji bo li qadê DEAŞê têk bibin bi YPGyê ra hevkariyê dikin.