ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya televizyoneke taybet bû. Di bernameyê de nameya Mûhammed el-Bîltecî ya ku ji keça xwe Esmayê re nivîsîbû, hat xwendin. Dema ku serokwezîr li nameyê guhdar kir, xwe negirt û giriya.
Erdogan got: "Heman tişt hatin serê min jî, ez dereng dihatim malê. Rojekê keça min, li ser deriyê me pisûla daliqand û ji min re got 'rojeka xwe jî ji bo me veqetîne' ji ber tevgera ku em tê de bûn, dema me ya ku em bi wan re derbas bikin, tunebû. Ez di saet 01.00-02.00an de dihatim malê. Dema ku ez dihatim, zarok di xewê de bûn. Min di nameya ku el-Bîltecî ji keça xwe Esmayê re nivîsî de rewşa xwe û zarokên xwe dît."