Nihat Kavşut
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
SEUL
Serokomar Erdogan: "Bi taybetî ji ber ku Kore di projeya me ya Kanal Stenbolê da cî digire em serfiraz in."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Chung Sye-kyunê Serokê Meclisa Neteweyî ya Koreya Başûr ra axivî.
Erdogan diyar kir ku bi Moon Jae-înê Serokê Dewleta Koreya Başûr ra axiviye û di navbera lijneyan da hevdîtin hatine kirin û got ku me gavên girîng avêtin û biryarên girîng dan.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Koreya Başûr da 4 peyman hatin îmzekirin.
Erdogan diyar kir ku di gelek projeyên mezin yên li Tirkiyeyê da Koreya Başûr jî cî digire û wiha got: "Projeya herî dawîn Pireya Çanakkale 1915 ye. Ji ber ku cî girtine em kêfxweş in. Niha jî Kanal Stenbol heye. Bi taybetî ji ber ku Kore di projeya me ya Kanal Stenbolê da cî digire em serfiraz in."