Nihat Kavşut
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bona biryara îtifaqê ya di navbera 4 partiyan da wiha got: "Bila li ser xêrê be. Îtifaqa di navbera çar-pênc partiyan da ji bona pêşbaziya di hilbijartinê da baş e û wê feydeyê bide welatê me."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li navenda giştî ya partiya xwe standên bernamzediyê ziyaret kir.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bona biryara îtifaqê ya di navbera CHP-ÎYÎ Partî-Partiya Saadetê û Partiya Demokrat da wiha got: "Bila li ser xêrê be. Îtifaqa di navbera çar-pênc partiyan da ji bona pêşbaziya di hilbijartinê da baş e û wê feydeyê bide welatê me."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir ku wê koma Meclisê ya MHPyê bicive û wiha axivî: "Koma me ya Meclisê wê îro piştî nîvro bicive û biryara komê bide. Namzedê me Recep Tayyîp Erdogan e. Ji bona 'Îtifaqa Cumhur' jî em ê xebatên xwe binirxînin."