25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Dr. Eunjoo Ham a ji Koreya Başûr û Emrah Kayayê ji Hekariyê bi daweteke mezin û qerebalix zewicîn.
Dr. Eunjoo Ham a ji Koreya Başûr û Emrah Kayayê ji Hekariyê dema ku bona tetîlê li Stenbolê bûn, hevdu nas kirin û herwiha piştî 4 sal hevrabûnê, zewicîn.
Eqrebayên bûk û zavê beşdarî daweta ku li navenda bajêr li yarîgehekê hat kirin, bûn. Dawet li gorî edetên memleket hat lidarxistin û herwiha bûk bi otomobîleke luks va hat ciyê dawetê û dîlanê bi vî awayî dest pê kir. Di ahengê da bûk û zavê govendên herêmî girtin û herwiha di govendê da xizm û malbata bûkê yên ji Koreyê jî beşdariya bûk û zavê kirin.
Bûk û siyariyên ji Koreyê li hemberî edetên ku bi wan xerîb in, şaş û metel man. Aliyê zavê jî kêfxweş bûn ku bi koreyiyan ra xinametî danîn.
Piştî merasîma zêrpêdakirinê (xelatan), Kaya destnîşan kir ku ew û Ham wan hevdu nas kirin û paşê jî biryara zewacê dan. Kaya spasiya kesên ku beşdarî dawetê bûn, kir. Hamê jî bi kurdî û tirkî spasiya vexwendiyan kir.