Fatih Gazioğlu
29 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike dijî Taîza bajarê Yêmenê êrîşeke esmanî li dar xist. Di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li Hadira navçeya Taîzê li xaniyekî xist.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê da 7 sivîl hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Hêzên koalîsyonê der barê êrîşê da tu daxuyanî neda.
Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe.
Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.