24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
SANA
Hat ragihandin ku li Sanaya paytextê Yêmenê êrîşa xwekujiyê birin ser MizgeftaBelîliyê, li gor agahiyên ewil di êrîşê da 15 kes mirin.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin sitandin, lili Sanayê dema ku li Mizgefta Belîliyê nimêja eydê dihat kirin 2 êrîşvanên xwekujiyê bombeya li ser xwe teqandin. Hat ragihandin ku di êrîşê da 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar ketin.
Ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe. Berpirsiyariya êrîşê hê tu kesî hilneda ser xwe.