Ferizat Kaya
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
SANA
Li Yêmenê, hûsiyan û hêzên serokomarê berê Elî Evdila Salih, biryara Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku ji bo li welêt îxlalkirina mafên mirovan bên şopandin û raporkirin heyeteke bê amadekirin, bi kêfxweşî qebûl kirin.
Li gorî xebera ajansa fermî SABAya girêdayî hûsiyan ku agahî ji hûsiyan û rayedarekî Wezareta Karên Derva ya girêdayî hêzên serokomarê berê Elî Evdila Salih hilda, biryara NYyê ya ji bo li welêt îxlalkirina mafên mirovan bên raporkirin û şopandin heyetek bê madekirin, bi kêfxweşî hatiye qebûlkirin.
Her wiha rayedar got ku amade ne ku bi "pisporên bêalî yên herêmî û navneteweyî yên navdar" re bixebitin.
Konseya Mafên Mirovan ya NYyê biryar dabû ku ji bo li Yêmena ku ji 2 salan zêdetir e şer dewam dike, heyeteke ku îxlalên mafên mirovan bişopîne û rapor bike bê amadekirin.
Di rûniştina 36emîn ya Konseyê da bi destê Erebistana Siûdî û welatên ereban ve li ser pêşnûmaya biryarê hin guherîn hatin kirin û bi biryar hat qebûlkirin.
Wezîrê Karên Derva Evdilmelîk el-Mihlawî jî di axaftina xwe ya rûniştina Konseya Mafên Mirovan de got ku pêşnûmeya biryarê qebûl kirine û dê hikûmet jî bi erênî bibersivîne.