01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî daxuyand ku heke kontrola dahata nefta Herêma Kurdistana Iraqê bikeve destê hikûmeta navendî ewê mehaneya karmendan bê kêmasî bidin.
Ebadî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Wek hemû iraqiyan emê welatiyên xwe yên kurd biparêzin û emê destûr nedin ku ew rastî êrîşekê bên. Hûn (kurd) welatiyên iraqê yên çîna yekemîn in."
Serokwezîr Ebadî got ewê destûrê nedin ku zirarek bigihêje kurdan û wiha dewam kir: "Emê perçeyekî nan jî bi hev ra parve bikin. Heke kontrola dahata nefta hîkûmeta federal a Iraqê bikeve destê hikûmeta navendî mehaneya karmendan wê bê kêmasî bê dayîn. Bi vî awayî li ber gendeliyê jî rê wê bê girtin."
Hikûmeta navendî ya Iraqê ji çileya paşîna 2014an vir ve ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî xweser neftê îxrac dike, para wê ya budçeyê naşîne û mehaneyên karmendan jî nade.
Parlamentoya Iraqê referanduma 25ê îlonê ya li HKIyê wek hincet nîşan da û der barê rêvebiriya Hewlêrê de gelek biryar dan. Di nav van birayaran de betalkirina seferên balafiran yên ku diçin Hewlêr û Silêmaniyê jî hene. Ji bilî vê parlamentoyê xwest ku kontorla deriyên sînoran teslîmî Bexdayê bê kirin û artêşa Iraqê here Kerkûk û bajarên wek Kerkûkê li ser nîqaş tên kirin.