Haydar Şahin
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Di dengdayîna li Meclisa Nûneran a şaxa binê Kongreya DYAyê da pêşnûmayeke qanûnê ya li dijî bernameya fuzeyên balîstik a Îranê bi 423 rayan va hat qebûlkirin û 2 kesan jî red kir.
Di Meclisa Nûneran a ku piraniya wê ji komarparêzan pêk tê da pêşnûmaya qanûneke teze ya li ser Îranê hat qebûlkirin.
Serokê DYAyê Donald Trump di 13ê cotmehê da "stratejiya teze ya li ser Îranê" eşkere kiribû û Kongreya DYAyê jî li gor vê gav avêt û li dijî bernameya fuzeyên dûravêj a Îranê dest bi xebatan kir.
- Fuzeyên dûravêj di hedefê da ne
Pêşnûma di Meclisa Nûneran da bi 423 rayan hat qebûlkirin û 2 ray jî li dijî derketin.
Hat ragihandin ku Ed Royce û Eliot Engeldê parlementerên komarparêz pêşîkêşiya pêşnûmaya li dijî bernameya fuzeyê Îranê kirin.
Li bendê ne ku pêşnûma li Senatoya DYAyê jî bê qebûlkirin. Heke senato jî tesdîq bike bi îmzeya Trump va pêşnûmayê bibe qanûn.