Elif Orhan
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 20 Tebax 2019
Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu îma kir ku Îsraîlê meha borî li hedefên eskerî yên Îranê yên li Iraqê xist.
Netanyahu li Kîeva paytextê Ukraynayê ku ji bo ziyareta fermî çûbûyê pirsên rojnamevanên Îsraîlî yên der barê rojevê da bersivand.
Netanyahu li ser pirsa der barê îdiaya Îsraîlê di meha temûzê da hedefên eskerî yên Îranê yên li Iraqê xist da got ku "Îran li tu derê destnedayî nîne." û îmaya li pişt êrîşa navborî Îsraîl heye kir.
Netanyau herwiha îdia kir ku Îran Îsraîlê " bi tunekirinê" tehdît dike û ji bo ku bigihêje vê hedefêli Rojhilata Navîn baregehên eskerî ava dike û got ku "Em ê dijî wan (Îran) pêngavan biavêjin û niha li ku çi hewce dike em pêngavan diavêjin."
Hatibû îdiakirin ku Îsraîlê di 19 tîrmehê da bi balafira F-35 Kampa Eskerî ya Amirliyê ya li Salahaddîna bajarê Iraqê, di 28ê tîrmehê da jî li kampeke eskerî ya li bakurê rojhilatê Bexdaya paytext li depoya ku lê hevrazên fuzeyê yên Îranê hene xistiye, meqamên Îsraîlê der barê van îdiayan da tu daxuyanî nedabûn.