Fatih Gazioğlu
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Parlamenterên Iraqê yên Tirkmen, hikûmeta navendî û partiyên siyasî li hemberî Tirkmenan bi 'cudakiriyê" sûcdar kirin.
Parlamenterên Tirkmen li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser navê parlamenteran Ehmed Heyder axivî.
Heyder got ku hikûmeta navendî û partiyên siyasî mafên wan yên îdarî nadin û di navbera parlamenteran da ferq û cudahiyê dikin.
Heydar wiha got: "Serokomariya Iraqê, Serokwezîrtî û Serokatiya Meclisê ji bo mafên Tirkmenan yên îdarî, siyasî û çandî nabin alîkar. Her 3 serokatî jî di dayîna van mafan de sist hereket dikin."
Heyder got ku ew ji bo jinûva avakirina Kerkûkê şev û roj dixebitin û kedeke mezin didin. Heyder diyar kir ku ji aliyê din li Telafer, Mûsil û deşta wê hê pirsgirêkên îmarê dewam dikin.
Heyder destnîşan kir ku pirsgirêkên Tirkmenên li Tuzxurmatuya navçeya Selahaddînê dijîn jî hê dewam dikin û divê ev mesele hemû di demeke kin da werin çareserkirin.
Li meclisa Iraqê 329 parlamenter hene û 10ê wan jî Tirkmen in.