Muhammet Kurşun
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Platforma Îradeya Millî ji bo civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî bangewaziyek kir: "Lazim e biryarên lezgîn, cesûr û muşexxes bigire."
Daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê "Quds Xeta Me Ya Sor E" hat weşandin cih da helwesta Îsraîlê û rewşa Filîstîniyan.
Di daxuyaniyê de li ser avabûnê Îsraîlê wiha agahî hat dayîn:
"Îsraîl ji avabûna xwe heta niha siyonîzm, dagirkerî û terora xwe domandiye. Ev helwesta xwe di 14ê Gulanê de jî bi qetlîamê isbat kiriye. Barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ber bi Qudsê ve jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nemeşrû ye û divê demildest ji vê biryarê paşde gav biavêjin."
Li ser alema Îslamê jî wiha nirxandin hat kirin:
"Bêxemiya dewletên Misilman di meseleya Qudsê de jî cihê xemgîniyê ye. Divê ev welatên Îslamî zûbizû ji vê zilletê xelas bibin.
Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku wê 18ê Gulana 2018an roja înê bicive jî lazim e biryarên lezgîn, cesûr û muşexxes bigire. Divê distûra "Dinya Ji Pêncan Mezintir E" derbasî fiîliyatê bikin.
Divê piştevaniya hessasiyet û bibiryarbûna Birêz Serokkomarê me di mijara Quds û Filîstînê de bi awayekî bihêz were kirin. "