Önder Beyter
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ANKARA
Îranê ji bo pêşxistina qada neftê ya li rojavayê başûrê wî welatî bi konsorsiyûmeke Îngiliz ra peymana destpêkê îmze kir.
Têlevîzyona dewleta Îranê ragihand ku Tehranê ligel Konsorsiyûma Pergas ku navenda wê li Londonê ye peymana destpêkê îmze kir da ku qada neft û xazê Kerenc a li rojavayê başûrê wî welatî pêş da bibe.
Hat destnîşankirin ku peyman bi merasimekê hat îmzekirin û Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene, Balyozê Îngiltereyê li Tehranê Robert Macaire û Midûrê Giştî yê Pergasê Colin Rowley beşdarî merasimê bûn.
Hat diyarkirin ku di dawiya kutabûna projeya ku pêwîstiya wê bi 1,2 milyar dolarî veberhênanê heye da ji qada neftê Kerencê wê rojane 200 hezar warêl nefta xam were derxistin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê peyman wekî gava ewil a Ewropayê ya parastina peymana nukleerê ya ku Amerîka jê vekişiya, pênase kir.