Abdullah Tel
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Resam Ehmed Şahidê bi eslê xwe ji Îranê ye û resmên bi navê "Azadî" yên li ber tebîetê xêz kirine di pêşangeha li Galeriya Hunerê ya Midûriyeta Giştî ya Stenbolê ya VakifBankê raxist pêş hunerhezan.
Resamê îranî Şahid got: "Em her tim rastî hin pirsgirêkan tên, ez wisa difikirim ku divê em ji wan pirsgirêkan xilas bibin. Lazim e mirovê kêfxweş bibin û ji bo kêfxweşbûna wan hewl bê dayîn. Min jî xwest ku ez wêneyên xwe yên rih, hezkirin, çîçek, hesp û pêlên behrê hatine neqişkirin û balê dikişînin pêşkêş bikim û mirovan kêfxweş bikim.
Şahidê 69 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 45 sal in ew bi karê resimneqişkirinê ra eleqedar e û wiha pê da çû: "Ez bi qasî 15 salan e li Tirkiyeyê dijîm û li vê derê dersan didim, hînî xwendekaran jî dikim û ezê hînî wan bikim jî."
Di berdewamiya axaftina xwe da Şahid got ku ew dixwaze di pêşengeha xwe da bi resmên xwe "rihê azad" nîşan bide û wiha dewam kir: "Em hergav rastî pirsgirêkên cihê tên, ez wisa difikirim ku em ji wan pirsgirêkan demildest xilas bibin. Milet kêfxweş bikin û ji bo kêfxweşbûna wan jî hewl bidin."
Pêşengeha resamê îranî heta 19 rêbendanê wê vekirî be û kesên bixwazin dikarin heta wê demê herin û bibînin.