Fatih Gazioğlu,Sevim Hatun
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Şaredariyên Şanliurfayê yên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di çarçoveya biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) peywirdarkirin hatibûn kirin, ji bo ciwanan tesîsên sporê yên modern çêdikin.
Piştî ku Şaredarên DBPyî yên ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, xizmetên şaredariyên Halfetî, Bozova, Sirûc û Wêranşehrê yên bona gel bênavber dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de şaredariyên Şanliurfayê di xebat û projeyên xwe de xarok û ciwanan ji bîr nakin.
Şaredariyan gelek tesîsên sporê yên modern nû çêkirin û bona xizmeta ciwanan vekirin. Şaredariyan arîkariya melzemeyên sporê jî dide ciwanan.
Qaymeqamê Halfetiyê û Cîgirserokê Şaredariyê Şeref Albayrak ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li navçeyê ji bo hemî aliyên civakê xizmetên cuda tên kirin.
Qaymeqamê Bozova û Cîgirserokê Şaredariyê Zekeriya Goker jî got ku ji bo pêşeroja ciwanan çi dikeve ser milên wan bi cî tînin û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de li navçeyê qadên sporê çêkirine.
Şaredariyê li baxçeyê 5 dibistanên qelebalix qada fitbolê çêkir, herwiha li kompleksa sporê ya xwe da jî di beşên wekî tenîs û bîlardoyê de nêzî 300 ciwanî perwerde dike.
Şaredariya Sirûcê jî li 40 taxên çolterê komên lîstikê ava kir. Li giştiyê navçeyê bo ciwanan 7 qadên fitbolê çêkirin. Şaredarî her meh bi rêkûpêk alîkariya aboriyê dide kulubên sporê yên li herêmê, kêmasiyên wan çi bin bi cî tîne.