27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Li Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê di navbera 2 malbatan da şer derket, di encama şer da kesek bi tivingê hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li Taxa Yeşîltepeyê ya ku 50 kîlometreyî dûrî navçeyê ye 2 malbatên eqrebe ji bo xeta minibêsê beziyan hevdu.
Di demeke kin da di navbera wan da şer dest pê kir û Îsmaîl Dara bi guleyê birîndar bû. Ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê Dara rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eqçeqeleyê. Ligel hemû midaxeleyan Dara wefat kir.
Hêzên ewlekariyê der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.