Türkan Tosun
16 Adar 2021•Rojanekirin: 16 Adar 2021
Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê ji ber 33emîn salvegera bombebarankirina bajarê Helebceyê ya Herêma Kurdistana Iraqê peyamek weşand.
Li ser hesabê Twitterê ya Serkonsolxaneyê peyamek hat weşandin û hat gotin di 16ê Adara 1988an da êrîşeke kîmyewî li ser Helebceyê hat kirin û bi hezaran sivîl hatin qetilkirin ku ev di dîrokê da wek lekeyeke reş tê bibîranîn.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Tirkiyeya ku deriyê xwe ji xwîşk û birayên xwe yên ji vê êrîşa dijî mirovahiyê reviyabûn ra vekiribû vê êşa mezin îro jî parve dike. Em ji bo kesên ku di komkujiya Helebceyê da mirine ji Xwedê rehmetê dixwazin."