Nihat Kavşut
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
BATMAN
Li Batman û Mêrdînê tiriyê mezroneyê piştî ku tê komkirin dimsa wê tê çêkirin.
Li Batman û Mêrdînê ji tiriyê mezroneyê çêkirina dimsê dest pê kir.
Li Gercuşa navçeya Batmanê tiriyê mezroneyê payîzê tê komkirin û piştî ku di hewzên taybet da digivêşin jê dimsê çêdikin.
Nurettîn Kiyasê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku tiriyê mezroneyê li Gercuşa Batmanê û li Midyad, Omerlî û Yeşîlliya Mêrdînê çêdibe û wiha got: "Tiriyê mezroneyê bi salan e bi destê cotkarên me tê çandin û dereng çêdibe. Cotkarên me ji tiriyê mezroneyê bastîq, meşlûr û dimsê çêdikin."
Kiyas diyar kir tiriyê mezroneyê hildane nav lîsteya tehmên neteweyî û wiha got: "Tiriyê mezroneyê êdî di nav lîsteya tehmên neteweyî da ye. Ji bona ku koka tiriyê mezroneyê neqele 2 sal in em aşî dikin û xebatên zêdekirinê dimeşîn. Bi saziyên din ra jî xebatên me dewam dikin."