Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
QAHIRE
Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ragihand ku Serokwezîrê Berê yê Misrê Ehmed Şefîqê ji sala 2012an vir va li wir dimîne wê ewilî biçe Fransayê û ji wir jî derbasî Misrê bibe.
Dîna Edlî Huseyîn a parêzera Şefîq daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Şefîq wê di nav çend rojan da derbasî Parîsa paytexta fransayê bibe û ji wir jî biçe Misrê."
Huseynê got ku Şefîq wê li Parîsê bi welatiyên Misrê ra bê bal hev û ev yek wê di nav du-sê rojan da pêk bê.
Ehmed Şefîq di hevpeyvîna xwe ya El Cezîreyê de gotibû ku ew ji ber jiyana xwe ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb kêfxweş e lê rêvebirî nahêle ku ew here Misrê.
Şefîq bangî meqamên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb kiribû ku bila li ber wî astengiyan dernexin.
Enwer Qarqaşê Wezîrê Karên Derva yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî der barê Serokwezîrê Berê yê Misrê Ehmed Şefîqê ku li welêt dijî û îdia dike ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb qedexe daye li ser heqê wî yê seyahetê de got ku tu astengî li ber wî tune, ew dikare ji welêt here.