Önder Beyter
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û cejna hemû Misilmanan pîroz kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da wiha hat gotin, "Melania (Trump) û ez, em cejna hemû Misilmanên li Amerîka û yên li tevahiya dinyayê pîroz dikin."
Trump destnîşan kir ku meha remezanê, meheke xwenûkirinê ye û wiha dewam kir, "Rihê aştî û niyetqenciyê yê ku di vê eydê da hasil bûye, bira seranserê salê dewam bike."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo jî peyamek weşand û tê da Cejna Remezanê ya hemû alema Îslamê pîroz kir.
Serokê Amerîkayê Trump di yekemîn sala peywira xwe da di meha remezanê da li Qesra Spî bernameya fitarê li dar nexistibû û Misilmanên li wî welatî jî bertek nîşanî vê yekê dabûn.
Lêbelê Trump îsal li Qesra Spî xwarina fitarê da.