İbrahim Atmaca
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşa ku li herêma Parklandê ya eyaleta Florîdayê di lîseyekê da çêbû û 17 kes hatin kuştin, got ku li dijî van êrîşan çekdarkirina mamosteyan wê çêtir bibe.
Trump bi xwendekarên ku ji êrîşa lîseyê ya li Florîdayê filitîn û bi malbatên wan ra li Qesra Spî hat bal hev.
Trump roja bûyerê ji xwendekaran û hin malbatan guhdarî kir û paşê wiha got: "Heke mamosteyekî we yê ku zanibûya çekê bixebitîne hebûya, wê zûtirî êrîş bida sekinandin."
Trump bi bîr xist ku dema êrîş hat kirin hin mamoste revîn û diyar kir, li dibistanê qe nebe çek li ser hin wezîfedaran hebe, ji dêvla revê dikare bê ceribandin ku êrîş were sekinandin.
Trump piştî ku êrîşê dest pê kir û 8 deqqe şûnda polês çûne cihê bûyerê. Trump ragihand, ew ê li ser bisekinin ku ji sedî 20ê wezîfedarên dibistanan ra raye were dayîn da ku bikaribin çekê li ser xwe bigerînin.
Trump destnîşan kir ku heke tiştekî wisa çêbe ew ê "dizîka va li ser xwe bigerînin" û ji kesên ku aşînayê çekan nin, destûr wê ji bo wan were dayîn û wiha dewam kir: "Mamoste wê dizîka va çekê li ser xwe bigerînin. Wê perwerdeyeke taybet hildin û bi vî hawî êdî ji bo haran tu der bê çek namîne."
Li Browarda bajarê eyaleta Florîdayê Nikolaus Cruzê 19 salî bi çekê êrîşî Lîseya Stoneman Douglas kiribû û di êrîşê da 17 kes miribûn.
Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê da hatibû gotin ku Cruz endamê grûbeke nijadperest a bi navê "Komara Florîdayê" ye û rikê wî ji misilman û reşikan tê.