Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê (Riha) serwêsa xwendekaran walgeriya û 11 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, minibêsa bi pilaqeya 63 SH 557 a ku ajokarê wê Emrullah Demir bû û tê de xwendakar hebûn li nêzîkî taxa Alacayê ji rê derket û walgeriya.
Di encama qezayê de 10 xwendekarên ku di minibêsê de bûn û ajokar birîndar ketin. Hat ragihandin ku birîndar bi destê ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê.