Haydar Şahin
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
BAB
Texliyeyên mecbûrî yên ji Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ya di bin dorpêça rejima Esed û aligirên wê da dewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Baba herêma Mertalê Feratê dan, qefleya 19an (ji Dûmayê ya 7an) a ji Xûtaya Rojhilatê derketibû gihîşte Babê.
Di qefleya 7an a Dûmayê ya ji 38 otobêdan pêk tê da 583yê wan zarok, 353yê wan jin bi tevahî 1477 kes hene.
Qismekî qefleyê li Babê, qismek jî li Ezazê hatin bicîkirin.
Texliyeyên ji Dûma kelha dawîn a li Xûtaya Rojhilatê ya di destê mixalifan da ew ê dewam bikin.

Di çarçoveya texliyeyên mecbûrî yên ku di 22yê adarê da dest pê kirin da 12 konvoyên ji Haresta, Erbîn, Zemalka û Eyn Termayê derketibûn rê gihîştibûn Îdlib û rojavayê Helebê.
Di 2yê nîsanê da texliyeyên ji Dûmayê dest pê kiribûn û di navbera 2 - 5ê nîsanê da 4 konvoyên texliyeyê ji navçeyê derketibûn.
Qefleya dawîn a ku ji Dûmayê derketibû rê di 5ê nîsanê da gihîştibû Baba li herêma Herekata Mertalê Feratê û paşê texliye sekinîbûn.
Bi qefleya dawîn va hetanî nika kêmzêde 58 hezar kesî ji Xûtaya Rojhilatê koç kir.

- Pêvajoya texliyekirinê
Di 19ê sibatê da Esed û alîgirên wî bi piştgiriya Rûsyayê ji bo ku Xûtaya Rojhilat a di destê muxalifan da ye hildin dest bi êrişan kiribûn.
Teyareyên şer ên Rûsyayê ji vê tarîxê pê va dest pê kiribûn êrîşên li ser Xûtaya Rojhilatê ya kêmzêde 400 hezar mirov qasî 5 salan e di bin dorpêçê da lê dijîn zêde kirin.
Di van êrîşan da gelek sivîl hatibûn kuştin û malên wan xirab bûbûn. Bi hezaran sivîlî jî xwe spartibû sitargehan û qatên jêr ên li bin avahiyan.

Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû îlankirin, rejima ku Rûsya garantorê wê ye ji nîsana borî vir da dorpêça xwe ya li herêmê zêde kiribû.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê da biryara agirbestê dabû, lê dîsa jî li Xûtaya Rojhilat êrîş û kuştina sivîlan dewam kiribû.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê da îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00an da (li gor saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku rejim jî vê yekê pêk bîne.
Lê hêzên rejimê guh nedabûn biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê û êrîşên xwe domandibûn. Ji 3ê adarê pê va jî li herêmê operasyoneke ji bejayê dabûn destpêkirin û cihên sivîl lê dijîn bombe kiribûn.
Rejim û alîgirên wê di 11-12ê adarê da ji rojhilatê hetanî rojavayê Xûtaya Rojhilat pêşda çûbûn, navçeya Harestayê dorpêç kiribûn û Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 parçe.
Piştî ku rejima Esed êrîşên xwe zêde kirin û gelek cih bi dest xistin, bi dehan hezar kes mecbûr man ku koçî cihên di bin kontrola rejimê da bikin.