Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê got ku di civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî (NSC) de ya ku der barê rojeva Sûriyeyê de biryara dawîn nehat dayîn.
Sandersê piştî civînê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got:
"Serok bi tîma ewlehiya neteweyî ra der barê rewşa Sûriyeyê ya dawîn de civînek kir. Civîn niha qediya. Di civînê de biryara dawîn nehat dayîn. Nirxandinên me li ser raporên îstixbaratê dewam dikin. Hevdîtinên me yên bi mitefîqên me re dewam dikin. Serok wê îşev bi Serokomar Macron û Serokwezîra Îngiltereyê Mayê re biaxive."
- Trump bi Macron û Mayê re ji ser telefonê axivî
Piştî ku ji civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî (NSC) biryar derneket hevdîtina Trump ya bi Macron û Mayê re êdî hê girîngtir bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê êrîşa rejima Beşar Esed ya kîmyayî de daxuyaniyek dabû û gotibû: "Îro dê li ser Sûriyeyê hin civînên me çêbin. Em ê bibinîn ka dê çi bibe. Em rewşê ji nêz ve rewşê dişopînin."
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê serê sibê peyameke parve kiribû û wiha gotibû: "Min tu carê negot ka kingê wê êrîşê bibin ser Sûriyeyê. Dibe ku di demeke pir nêz de bibe yan jî ewqas nêz jî nebe! Çi dibe bila bibe, Amerîkayê bi rêvebiriya min di warê ji DEAŞê paqijkirina herêmê de karekî pir baş kir. Ka spasiya Amerîkayê li ku ye?"