BRUKSEL
Nûnera Bilind a Polîtikayên Ewlehiyê ya YEyê Catherîne Ashton diyar kir ku ew ji ber çekên kîmyewî yên ku li Sûriyê hatine bikaranîn, pir bi fikar in. Aston bangî civakên navneteweyî kir ku bila li hev bicivin ku lêpirsîneke ewle û teqez bê kirin.
Ashton di daxuyaniya xwe ya nivîskî de piştgirî da bangewaziya YEyê ya ku der barê lêpîrsîneke bilez, bêalî, bihûrgilî û baş bê kirin û wiha got: "Civaka navneteweyî niha divê bi lez li hev bicive û bi hev re tevbigere ku bila lêpîrsîneke ewle û teqez bê kirin."
Ashton daxwaz kir ku Konferansa duyemîn a Cenevreyê ya ku çend meh berê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatibû kirin jî bi lez bicive.