Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê, Şaredariya Bajarê Mezin a Denizliyê, Şaredariya Nevşehir, Başakşehir, Bagcilar, Uskudar, Umraniye, Esenler, Şahînbey, Safranbolu û Kepezê destekê didin boykotê û van şaredariyan di tesîsên civakê, market û restorantan de firotina berên Îsraîlê dan sekinandin.
Li ser Twîtterê peyamên wek "Ji bo Xezeyê Coca-Colayê venexwin", "Em ê nebin şirîkê şer û Coca-Colayê venexwin", "Em Îsraîla zalim û tevkarên wî yên sermayedar boykot dikin û berên wan nafiroşin" tên parvekirin"