HAKKARÎ
Jinên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn, ji bo tedawiyê tên Gevera navçeya Hekariyê.
Pisporê Welidanê û Nexweşiyên Jinan yê Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê Seyîthan Elçeoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di mehê da herî kêm 100 jin ji bo tedawiyê ji herêm tên û ew jî tedawî dikin.
Elçeoglu destnîşan kir ku li navçeyê di mehê da 200 emeliyetan dikin.
Elçeoglu diyar kir ku li navenda bajêr jî bi tenê bijîşkekê nexweşiyên jina heye û ji ber vê yekê ji bajêr jî nexweş tên navçeyê û wiha axivî: "Ji Dihok û Akreyê jî nexweş tên nexweşxaneya me. Ji Herêma Kurdistanê di mehê da 100 nexweş tên cem me. Em van kesan jî derman dikin. Di mehê da qasî 2 hezar kesî di polîkilinîkan da kontrol dikin. Motanî ku ji derve xuya dike nîne. Li Nexweşxaneya me hemû hacetên tibê hene. Em emeliyatên laparakopî, seleskopî jî dikin. Gel ji doxtoran hez dike û li wan xweyî derdikeve."
Eleçoglu bangî hempîşeyên xwe kir û ji wan ra got ku bira bên û li rojhilatê wezîfeyê bikin, xebata li herêmê ji bo doxtoran yê bibe tecrubeyeke baş.
Elşeoglu wiha pê da çû: "Ji bo min bû tecrubeyeke baş, ez gazî doxtorên din jî dikim bira werin vira. Ez ji Mêrdînê me. Ez li Rihayê xebitîm û li wir erebî hîn bûm. Nexweşên ku tên cem me tirkî nizanin û ji ber vê em bi hev ra kurmancî xeber didin. Zehf xweş dibe û em baş hevdu fehm dikin."